NûçeRojhilatanavinSûriye

Xelkê gundê Fetîrê li Idlibê terorîstên warê xwe derxistin

Di navbera xelkê navçeya Fetîrê û terorîstên Tehrîr El Şamê (Cibhetunusre) de pevçûn derketiye û herwiha ev navçeya ji bin lepên endamên tekfîrî hatiye azadkirin û ragihandin ku xelkê vê navçeyê wêneyên Bişar Esed, serokomarê Sûriyê girtine destê xwe û alaya welatê xwe li Fetîrê daliqandin.

Xelkê gundên Remle, Ceb El Qeseb, Meksera Jêrîn,  Meksera Jorîn û Xêriye li başûrê rojhilata parêzgeha Idlibê jî meha buhurî bi hevkariya artêşa Sûriyê, endamên komên terorîst ji navçeyên xwe derxistin.

Berî niha jî hejmarek ji xelkê bajarê Binişê li bakûrê parêzgeha Idlibê, bi lidarxistina xwenîşandanekê bona piştgîriya ji operasyona artêşa Sûriyê dijî terorîstên Cibhetunusrê, ji bo nîşandayîna nerizamendiya li hember karên endamên tekfîrî, hin dirûşme qêriyan û li ser derketina terorîstan ji vî bajarî pêgîrî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu