Heşda Şeibî hindek ji navçên Şengalê dane hêzên kurd yên Îzdî
Qumandê hêzên kurde berxwedana Şengalê ragihand ku hêzên Heşda Şeibî heta niha hindek ji navçên Şengalê radestî wan kirine û li pêşerojê jî dê navçên zêdetir radestî hêzên berxwedana Şengalê bikin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê , Yek ji qumandên hêzên berxwedana Şengalê YBŞ’ê ser navê Zerdeşt Şengalî ragihand ku hêzên Heşda Şeibî piştî salekê parek ji navçên ku li destê wan da bûn radestî hêzên berxwedana Şengalê kirine û niha hêzên ewlehiya Îzîdxan van navçan diparêzin.
Zerdeşt Şengalî destnîşan kir ku heta niha gundên Telezîz û Sîba Şêx Xidir radestî hêzên îzdî hatine kirin û gor rêketinên hatîkirin li pêşerojê jî dê navçên zêdetire derûdora Şengalê bikevine destê hêzên îzdî.
Zerdeşt Şengalî got: Gor biryara erkantiya operasiyona Nêynewayê , navçên başûra Şengalê dikevine destê hêzên berxwedana Şengalê û ûKonseya xwebirêvebere Şengalê wekî hêzên fermî yên serbi dewleta Iraqê.