IraqNûçeRojhilatanavin

Heşda Şeibî: Me bajarokê Behacê yê Mûsilê ji DAIŞê stand

Heşda Şeibî dibêje, hêzên wan bajarokê Behacê yê Mûsilê ji destê DAIŞê derxistine.

Heşda Şeibî îro di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan derbasî nav bajarokê Behacê yê Mûsilê bûne û bi temamî rizgar kirine.

Operasyona aliyê rastê yê Mûsilê roja 19 Sibata îsal û bi fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest pê kir û heta niha jî didome.

Di şerê Mûsilê de ji bilî artêşa Iraqê, çekdarên Heşda Şeibî jî şer dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu