IraqNûçeRojhilatanavin

Heşda Şeibî riya alîkariya DAIŞê girt

Serokê rêxistina Bedir ragihand, Heşda Şeibî îro riya alîkariyan ya DAIŞê li rojavayê Mûsilê dê bigire.

Serokê rêxistina Bedir (Mezintirîn girûpa Heşda Şeibî ye) Hadî Amîrî ji “Rueters” re ragihand, îro yekem qonaxa operesyona Heşda Şeibî bidawî dibe, ew jî bi girtina riya alîkariyê ya DAIŞê ya di navbera navçeya Tilefer û navçeya Mohelebiyê û heta digehe Mûsilê.

Tilefer dikeve 55 k.m li rojavayê Mûsilê û riya çûnûhatina DAIŞê ya di navbera Mûsil û Sûriyê ye, bi girtina vê rêyê li rojavayê Mûsilê, çekdarên DAIŞê ji her çar aliyan vê dikeve dorpêçê.

Operesyona rizgarkirina Mûsilê roja 17 Cotmehê bi beşdariya Pêşmerge û artêşa Iraqê û bi piştevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir, di hefteya sêyem ya operesyonê de hêzên Iraqî di aliyê rojhilat ve derbasî nava Mûsilê bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu