Hêzên besîca gelanî ya Iraqê (Heşdê Şebî) ragihandin ku qonaxa çaran a operasyona azadkirina mêhwera rojava Mûsilê destpê dibe.
Fermandê Heşdê Şebî bal kişand ser vê yekê ku hêzên seferberiya gelnaî bi amadetiyên tam ên locestîk û eskerî qonaxa çaran a operasyona rojava Mûsilê destpê kirin û ragihand ku operasyona îro ji rojava bajarê Teleferê heya sînorê Sûriyê û bi armanca qutkirina tam a riya gihandina alîkariyên terorîstên DAIŞ`ê ji Sûriyê cih tê.
Li gorî vê raporê, operasyona Heşdê Şebî jibo cidakirina Teleferê ji Sûriyê dê endamên terorîstî bixe bin zextê.
Hêzên Heşdê Şebî li 14 Mijdara buhurî qonaxa sisiyan a operasyonê bi azadkirina balefirgeha Teleferê bi dawî anîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)