IraqNûçeRojhilatanavin

Heşdê Şeibî firokeya bêfirokevan a DAIŞ`ê li sînorê Iraq û Sûriyê anî xwarê

Heşdê şeibî ya Iraqê êvara şemiyê ragihand ku firokeyeke bêfirokevan a DAIŞ`ê li sînorê Iraq û Sûriyê nas kiirye û aniye xwarê.

Li gorî rapora malpera Ehdê ji Iraqê, pedafenda hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî ev firokeya bêfirokevan ku madeyên teqemendiyê dibir, li sînorê Tilê Sefokê da ber êrîşê.

Li gorî vê raporê, firokeya bêfirokevan a DAIŞ`ê dil hebû ku çeperên hêzên Heşdê Şeibî bike armanc; Lê hat naskirin û jordaxistin.

Çeteyên DAIŞ`ê piştî têîkçûna ji hêzên iraqî, bi rêya bikaranîna erebeyên bombekirî her wiha firokeyên bêfirokecvan ên hilgirê teqemeniyê êrîşî ser van hêzan dkin.

Hêzên Heşdê Şeibî destpêka Hezîrana 2017`an karîn ku derbasgeha sînorî ya Til Sefokê ku hevsînorê parêzgeha Hesekeya Sûriyê ye, ji bin kontrola têrorîstan azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu