Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir Heşda Şabi wê tevlî operasyona rizgarkirina Telaferê ya ji destê DEAŞa rêxistina terorê bibe.
Ebadî li Bexdaya paytextê Iraqê di merasimekê da xeberda û wiha got: “Ji bo rizgarkirina Telaferê me plan amade kiriye. Hemû hêzên ewlehiyê, Heşda Şabî û Heşda Eşaîr wê tevlî operasyonê bibin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)