ÎranNûçeRojhilatanavin

Nobext: Sîyaseta Îranê, ewlehî û aştî li navçê ye

Berdevkê dewleta Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser nameya vê dawîyê ya mîrê Kuweytê bo serokê Komara Islamî ya Îranê û got: Komara Islamî ya Îranê hertim xwazyarê aştî û istiqrarê li herêmê û danîna peywendîyan ligel hemî welatan nemaze tev welatên cînar e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemedbaqir Nobext îro li koma nûçegihanan got: Şîrtea Komara Islamî ya Îranê hertim eva bûye ku dewsa vekirina cihê lingan jibo ingilîsîyan û welatên din têkildarî mijarên herêmê, welatên navçê bi xwe di çarçova istiqrar û ewlehîyê da hevkarî û hewldanê bikin.

Nobext herwiha li bara dew û doz û buxtanên vê dawîyê yên serokwezîrê rêjîma Israîlê li bara tundrevîyên Îranê li navçê got: Me çaverêtîyek bilî bihîstina gotinên pûç ji Rêjîma Sîyonîst tineye û tu qîmeta van cure dew û dozana tineye ku meriv bala xwe bidê.

Berdevkê dewleta Îranê bal kişande ser hewldanên Rêjîma Sîyonîst jibo guhertina helwestên Ûrsêtê li bara muzakireyên Astanê jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê û got: Tevî dew û doz û hewldanên Rêjîma Sîyonîst pêşketinên baş li muzakireyên hanê pêk hatine.

Berdevkê dewleta Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Rêjîma Sîyonîst di çarçova piştgirîya ji têrorîstan da jibo girtina pêşîya hevkarîya istiratêjîk a Îran û Ûrsêtê di warê têkoşîna dijî têrorîsmê li Sûrîyê da, ya ji dêstî hatîye, kirîye. (BANGÊ ÎSLAMİ)

Başa dön tuşu