IraqNûçeRojhilatanavin

Heşdi Şeibî êrişa berfireh a DAIŞ`ê têk bir

Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê, êrişa berfireh ya DAIŞ`ê pûç kirin û 30 terorîstên DAIŞ`ê kuştin.

Li gorî rapora El Meyadînê, hêzên Heşdi Şeibî, êrişa berfireh ya koma terorîst a DAIŞ`ê ser gundê Eyn El Hesanê li rojavayê Mûsilê bêencam kirin û ew têk birin.

Hêzên Heşdi Şeibî, herwiha êrişa berfireh ya terorîstên DAIŞ`ê ku hewl didan riyekê ber bi sînorên Sûriyê ve vekin, têk birin.

Li gorî vê raporê, hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê, di vê operasyonê de, zêde ji 30 terorîstên DAIŞ`ê kuştin û 7 trombîlên hilgira çekên wan ên navîn, rûxandin.

Û li gorî nûçeyeka din a ji Iraqê jî hêzên iraqî roja duşemiyê, qonaxa duyemîn a operasyona azadkirina taxên rojhilatê Mûsilê dest pê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu