IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Heşdi Şeibî: Zêde ji 40 têrorîstî li rojhilata Sûrîyê hatin kuştinê

Navenda Ragihandinê ya Hêzên heşdi Şeibî yên Iraqê ragihand: Di encama pevçûna di navbera hêzên iraqî û têrorîstên DAIŞ`ê li sînorên vî welatî û Sûrîyê da, zêde ji 40 têrorîstan hatin kuştinê.

Li gorî rapora Kanala Al Alamê, hejmarek têrorîstên DAIŞ`ê dil hebûn ji deverên sînorî yên Sûrîyê derbasî axa Iraqê bibin ku hêzên heşdi Şeibî ew hewildana wan pûç derxist.

Di vî halî da Fermandeyê Opêrasyona Heşdi Şeibîyê li parêzgeha Al Anbarê ragihand: Navensa kombûna têrorîstên DAIŞ`ê li navça Al Bagozê li başûra rojhilata Sûrîyê bûye armanca êrişên bi toman.

Muslih herwiha pêgirî kir: Bilî ku 43 têrorîstên DAIŞ`î hatin kuştinê û birîndar bûn, alavên leşkerî û depoyên ardûyê yên wan jî hatin têkbirinê.

Li gorî vê raporê, têrorîstên DAIŞ`î dil hebûn berî opêrasyonê, êrişî hêzên ewelhîyê yên Iraqê yên li zîvala sînorî nemaze li devera Bagozê bikin.

Başa dön tuşu