AborîÎranNûçeRojhilatanavin
Hesen Qazîzadeyê Haşimî: Îdiaya boykotnekirina dermanan, derew e
Wezîrê tendrustî, derman û hîndekariya pizîşkiyê yê Îranê bal kişand ser boykotên zalimane yên Emerîkayê li dijî Têhranê û got: îdiaya boykotnekirina dermanan, derew e ji ber ku li yek meha buhurî tu şîrketeke dermanan ya Îranê nekariye danûstandinên aborî bike.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, Hesen Qazîzadeyê Haşimî li merasima nimandina berhemên zanistî yên dermanan li Têhranê got: Nimandina van berhemana nîşan dide ku boykotên Emerîkayê bê bandor bûne.
Qazîzade Haşimî destnîşna kir: Wezareta tendrustî, derman û hîndekariya pizîşkiyê ya Îranê hemî hewldana xwe bona rawestana li ber boykotên Emerîkayê bi kar aniye.