AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Qazîzadeyê Haşimî: Îdiaya boykotnekirina dermanan, derew e

Wezîrê tendrustî, derman û hîndekariya pizîşkiyê yê Îranê bal kişand ser boykotên zalimane yên Emerîkayê li dijî Têhranê û got: îdiaya boykotnekirina dermanan, derew e ji ber ku li yek meha buhurî tu şîrketeke dermanan ya Îranê nekariye danûstandinên aborî bike.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, Hesen Qazîzadeyê Haşimî li merasima  nimandina  berhemên  zanistî yên  dermanan li Têhranê got: Nimandina  van berhemana  nîşan dide ku boykotên Emerîkayê bê bandor bûne.

Qazîzade Haşimî  destnîşna kir: Wezareta tendrustî, derman û hîndekariya  pizîşkiyê ya  Îranê hemî hewldana xwe bona rawestana li ber boykotên Emerîkayê bi kar aniye.

Başa dön tuşu