ÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Qeşqawî: Qewmên Îranê di nav aşitî û dustî yê de bi hev ra dijîn

“Mafûra Aştiyê” (Xalîcê) ku ji aliyê komek hunermendên kurd ên bajarê Bokanê va hatibû çêkirin bi merasîmeke fermî ji raya giştî re hat nîşandan. ‘Mafûra Aştiyê’ wê ji Neteweyên Yekbûyî re wekî sembola aştiyê were şandin.

Ji bo nîşandana ‘Mafûra Aştiyê’ merasîmeke fermî hat sazkirin ku perdeya ser mafûrê ji aliyê cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê, Hesen Qeşqawî, nûnerê Bokanê li parlamentoya Îranê Qesîm Osmanî û qeymeqamê Bokanê ve hat rakirin.

Hesen Qeşqawî got: Qewmên Îranê di nav aşitî û dustî yê de bi hev ra dijîn

Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê, Hesen Qeşqawî di merasimê de axivî û gellekî pesnê kurdan û hunera kurdan da. Hesen Qeşqawî da zanîn, wê mafûrê yê bi rêya nûnerê Îranê li NY radestî rayedarên NY bikin û got, ‘eva duyemîn mafûra Îranê ye ku dê radestî NY were kirin.’

“Mafûra Aştiyê”, ji du parçeyan pêk hatiye ku 22 metr e û ji 22 milyon girêkan pêk hatîy e. Ji hevrîşimê pirr baş hatiye vehûnandin û li ser wê nexşeya cîhanê û gellek kevok, wekî sembola aştiyê hatine nexişandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu