Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di dema civîna dengdana baweriyê ya li ser kabîneya nû de axivî û ragehand Amerîka û welatên 5+1 ên konseya ewlekariya Netewên Yekbûyî bi peymana sala 2015ê ve girêdayî tevnagerin.
Ruhanî got Îran li gor wê peymanê tevgeryaye û ragehand: ‘’Di peymanê de her binpêkirinek pêkbê emê bersiveke bi pîvan bidin. Ên ku dixwazin vegerin zimanê gef xwarinê, bûne êxsîrê xeyalên kevin û xwe ji sûdên aştiyê bêpar hiştine.’’
Serokomarê Îranê Ruhanî got: “Ger Amerîka tevdîrên nû ji me re deyne Îran dikare ne di nava çend meh û heftiyan de di nava çend demjimêran de peymanê bi dawî bike.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)