FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Ruhanî: Azadiya Qudsa Şerîf, armanca pîroz a gelê Îranê û hemî misilmanan e

Serokê Komara Islamî ya Îranê, got: Roja Qudsê, roja dîrokî ya qêrîna dijî sitemkaran û piştgîriya ji gelekî mezlûm e ku 70 salan berî niha ji mal û milkên xwe aware bûne.

Hesen Ruhanî, roja pêncşemiyê bereberê Roja Cîhanî ya Qudsê li peyamekê dîyar kir ku  roja Qudsê ya îsal taybetmendiyên cida hene û got: Îsal ji bilî ku salvegera 70`an a dagîrkirina Filisitînê ye, em şahidê wê yekê ne ku Beyt Ul Muqedes, warê ku ji hêla hemî misilmanan ve rêz lê tê girtin, berovajî hemî qanûn û rêzikên navneteweyî, ji aliyê Amerîkayê ve wekî paytexta Rejîma dagîrker a Siyonîst hatiye nasîn.

Serokê Komara Islamî ya Îranê, destnîşan kir: Îsal herwiha zilm û cinayeteka zêdetir li ser xelkê mezlûm ê Filistînê û bi taybet xelkê Xezê tê sepandin û ji hêla din ve di mehên buhurî de, serokê Rejîma Siyonîst bona tirsandina welatan ji Îranê û hewldana dijî berjewendiyên gelê mezin ê Îranê, zêdetir hewl dide.

Ruhanî destnîşan kir: Hemî gelê Îranê bi beşdariya li meşa berfire ya Roja Qudsê, evê peyamê didine Rejîma Dagîrker a Siyonîst ku warê Filistînê û Qudsa Şerîf ji bîr nekirine û azadiya Qudsa Şerîf, hîn jî armanca pîroz a gelê Îranê û hemî misilmanan e.

Wî destnîşan kir: Ew roj dûr nîne ku gelê şerîf ê Filistînê vegerin ser mal û milkên xwe û misilman bikaribin li Qudsê wekî qibleya xwe ya yekem, nimêjê bikin.

Îniya herî dawiyê ya meha pîroz a Remezanê li ser fermana Îmam Xumeynî (re), damezînerê Komara Îslamî ya Îranê, Roja Cîhanî ya Qudsê hatiye binavkirin. Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê, wê sibê îniyê, 8`ê Hezîranê, beranberî 23`ê Remezana 1439`an a Koça Heyvî, hevgavê Îranê li welatên din ên cîhanê were lidarxistin.

Başa dön tuşu