AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Ruhanî bona konferansa hevkariya îslamî li bara Qudsa Şerîf û axivtin li vê civînî îro dê seredana Tirkiyê bike

Serokkomarê Îranê bona pişkdariya li civîna awarteye serokên konferansa hevkariya îslamî li bara Qudsa Şerîf û axivtin li vê civînî îro dê seredana Tirkiyê bike.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê bona pişkdariya li civîna awarteye serokên konferansa hevkariya îslamî li bara Qudsa Şerîf û axivtin li vê civînî îro dê seredana Tirkiyê bike .

Civîna awarteye serokên konferansa hevkariya îslamî li bara Qudsa Şerîf sibe çarşemê dê li Istanbûlê birê keve.

Serokomarê Amerîkayê roja Çarşemiya bihurî tevî hebûna dijayetiyên berfireh ên welatên cîhanê derheq biryara Amerîkayê ya bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Israîlê ragihand ku Amerîkayê Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst bi fermî nas dike.

Beytul Muqedes ji hêla biryarnameyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) va wek cihekî dagirbûyî tê naskirin û ev karê Amerîkayê di rastiyê da binpêkirina biryarnameyên vê saziya navneteweyî ye.

Gellek ji welat û saziyên navneteweyî heta niha ev karê Trump şermezar kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu