ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Mesûd Barzanî tev baylozê Îranê li Iraqê

Mesûd Barzanî serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê tev Îrec Mescidî baylozê Îranê li Iraqê hevdîtin pêk anî û bi hevra gotûbêj kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Êvara duh çarşemê Mesûd Barzanî serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê duh çarşemê tev Îrec Mescidî baylozê Îranê li Iraqê hevdîtin pêk anî û du aliyan li ser alûgorên navçê û Iraqê bi hevra gotûbêj kirin.

Li vê hevdîtinê du aliyan li bara peywendiyên di navbera Komara îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê û birêketina mecalên abûrî yên di navbera Îranê û Iraqê axivîn.

Îrec Mescidî sêşemê bona pişkdariya li civîna mecalên abûrî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistana Iraqê seredana Hewlêrê kir.

Civîna du rojî ya mecalên abûrî yên di navbera Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê ji roja duşemê bi pişkdariya karbidestên iraqî û Muhemed Şerîetmedarî wezîrê Senet, Meden û tecareta îranê, Baylozê Îranê li Bexdayê, parêzgarên parêzgehên rojavaya Îranê û endamên odên bazirganiya Îranê û Iraqê li Hewlêrê birê ket.

Başa dön tuşu