EfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Ruhanî duh ber êvarê bi rêya telefonî bi mîrê Qeterê şêx Temîm bin Hemed Alê Sanî ra axivî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li gotûbêja telefonî ya mîrê Qeterê pê re pêwendiyên du welatan bi biratî û ber bi pêşveçûn û ser xêra du netewan û netewên navçê da zanîn û got: Tehran xwazyarê bikaranîna nermatî û aqilmendiyê li têkelî û pêwendiyên navneteweyî ye.

Li gor IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî duh berêvarê li hevpeyvîna telefnî bi mîrê Qeterê şêx Temîm bin Hemed Alê Sanî desnîşan kir ku Tehran hez dike bi gişt welatên navçê re pêwendiyên baş dayne nemaze bi Qeterê re û got: Li çarçova hevkariyên du welatan li warên siyasî û aborî ti berbendek tine.

Ruhanî got: Ji bo ewlehî û asayişa navçê çi ji destê wê were dike û em hêvîdar in pirsgirêkên navçê ji riya gotûbêjan safî bibin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hilketina meha pîroz a rojiyê li mîrê Qeterê û netewê vî welatî pîroz kir û got: Me li rojên tengiyê îsbat kiriye ku em hertim li kêleka birayên xwe yên Qeterî bûne û em amade ne ji bo hevkariyê bi birayên xwe yên Qeterî.

Ruhanî herwiha got: Guhertinên navçê ji ber siyasetên neqanûnî yên Amerîkayê tevlîhev bûne û muhtemel eeva bondoreke xirab li welatên navçê bike.

Ruhanî herwiha bal kişand ser berbendên Amerîkayê ser riya îxracata nifta Îranê û hedefa wî welatî ji vê yekê alozkirin û bê ewlehkirina navçê da zanîn û got: Em bi saya hevkariyên siyasî yên dost û hevalan li navçê dikarin îstiqrar û ewlehiyê li navça hestyar a Kendava Farsê damezirînin.

Mîrê Qeterê jî hilketina meha Rojiyê li serokomar û netewê Îranê pîroz kir û got: Dewlet û netewê Qeterê ti caran piştgirî û alîkariyên Îranê li rojên tengiyê ji bîr nakin û hertim qedirzanê vê semîmiyeta Îranê ne.

Wî herwiha got: Me bi caran ji amerîkiyan û dostên xwe re gotiye ku dijberî û pirsgirêkên navçê bi tenê ji riya gotûbêjê çareser dibin û Qeter li dij her pêngavekê ji bo alozkirina navçê ye.

Başa dön tuşu