ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Hesen Ruhanî: Em qebûl nakin hêzên biyanî li Sûriyeyê bin

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî re axivî û diyar kir ku qebûl nakin ti hêzeke biyanî bêyî pejirandina hikûmet û gelê Sûriyeyê li ser xaka wê bimîne.

Li gorî nûçeya IRNAyê, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî îro sêşemê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî re axiviye û gotiye: “Berdewambûna rageşiyê li bakurê Sûriyeyê ne di berjewndiya ti aliyî de ye û em hêvî dikin ku hemû dewlet rêzê li serwerî û yekîtiya axa Sûriyeyê bigire.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu