ÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Rûhanî: Heke ew vê peymanê îhlal bikin em ê berî hefteyekê bersivê bidine Amerîkayê

Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî careke dî Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyar kir û got ku heke tiştekî wiha çêbibe, em ê berî hefteyekê bersivê bidine Amerîkayê.

Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî li Tehranê di konferansa “Roja Teknolojiya Nuklerên Netewî” de axivî. Di axaftina xwe de Rûhanî wiha got: “Em berî ti kesî vê peymanê îhlal nakin. Lêbelê bila her kes jî bizanibe ku ew vê peymanê îhlal bikin, em ê wan poşman bikin.”

Rûhanî wiha berdewam kir: “Em ji texmîna wan gelekî zêdetir amade ne, heke ew vê peymanê îhlal bikin em ê berî hefteyekê bersivê bidine Amerîkayê.”

Başa dön tuşu