Hesen Rûhanî : Îran li hember her cure bêsozî û bêqirariyê, sistî û kêmasiya derheq cihanîna rêketinnama navokî dê cidî tev bigere
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran li hember her cure bêsozî û bêqirariyê, sistî û kêmasiya derheq cihanîna rêketinnama navokî dê cidî tev bigere.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî roja yekşemiyê li meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Îran tu carî rêketinama navokî binpê nake û diyar kir: Tehran dê bersiveke cidî bide binpêkirina rêketinama navokî jiber ku pêşniyarqanûna vê dawiyê a kongera Emerîkayê binpêkirina rêketinama navokî ye.
Rûhanî bal kişand ser vî yekê ku serokomarê Emerîkayê divê desthilata xwe bikar bîne jibo ku nehêle boykotên li dijî Îranê bên dirêjkirin û got Îran berfirehkirina hevkariyên navneteweyî mafê xwe dizane û li vê barê destûrê ji tu welatekê nastîne.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Rêketinnama navokî belgeyeke navneteweyî ye ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY ve hatiye piştrastkirin û cihanîna wê ya bi hûrî û kûrî dikare destkevtên zav jibo hemî aliyan hebe.
Nunerên meclisa şêwra Îslamî ya Îranê jî îro li daxuyaniyekê kiryara nunerên kongera Emerîkayê derheq dirêjkirina qanûna ISA şermezar dike û daxwaza cihanîna qanûna berteka pêkan a dewleta Komara Îslamî ya Îranê li cihanîna rêketinnama navokî kirin.
Nunerên meclîsa Îranê li vê daxûyaniyê kiryara kongira Emerîkayê nîşana neberpirsiyariya vî welatî derheq cihanîna berpirsiayriyên navneteweyî dan zanîn û desnîşan kirin: Cihanîna boykotan li dijî gelê Îranê ne li gorî rêketinnama navokî ye.
Sinaya Emerîkayê pênşemiya buhurî pêşniyarqanûna meclîsa nunerên Emerîkayê derheq dirêjkirina deh salî ya qanûna boykota Îranê nasiayr bi ISAyê bi 99 dengên Erê û bêyî tu dengeke Na pejirand û bi vî awayî kongira Emerîkayê dengê xwe da dewama boykotên îranê heya dawiya sala 2026an.
Qanûna boykiotên li dijî Îranê li benda îmzeya Barak Obama serokkomarê Emerîkayê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)