ÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Rûhanî : Îran li hember her cure bêsozî û bêqirariyê, sistî û kêmasiya derheq cihanîna rêketinnama navokî dê cidî tev bigere

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran li hember her cure bêsozî û bêqirariyê, sistî û kêmasiya derheq cihanîna rêketinnama navokî dê cidî tev bigere.

  Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî roja yekşemiyê li meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  Îran tu carî rêketinama navokî binpê nake û diyar kir: Tehran dê bersiveke cidî bide binpêkirina rêketinama navokî jiber ku pêşniyarqanûna vê dawiyê a kongera Emerîkayê binpêkirina rêketinama navokî ye.

Rûhanî bal kişand ser vî yekê ku serokomarê Emerîkayê divê desthilata xwe bikar bîne jibo ku nehêle boykotên li dijî Îranê bên dirêjkirin û got Îran berfirehkirina  hevkariyên navneteweyî mafê xwe dizane û li vê barê destûrê ji tu welatekê nastîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Rêketinnama navokî belgeyeke navneteweyî ye ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY ve hatiye piştrastkirin û cihanîna wê ya bi hûrî û kûrî dikare  destkevtên  zav jibo hemî aliyan  hebe.

Nunerên meclisa şêwra Îslamî ya Îranê jî îro li daxuyaniyekê kiryara  nunerên kongera Emerîkayê derheq  dirêjkirina  qanûna  ISA şermezar dike û daxwaza cihanîna  qanûna  berteka pêkan a dewleta Komara Îslamî ya Îranê li cihanîna rêketinnama navokî kirin.

Nunerên meclîsa Îranê li vê daxûyaniyê kiryara kongira Emerîkayê nîşana  neberpirsiyariya vî welatî derheq cihanîna  berpirsiayriyên  navneteweyî dan zanîn û desnîşan  kirin: Cihanîna boykotan li dijî gelê Îranê ne li gorî rêketinnama navokî ye.

Sinaya Emerîkayê pênşemiya buhurî pêşniyarqanûna  meclîsa nunerên Emerîkayê derheq dirêjkirina  deh salî ya qanûna  boykota Îranê nasiayr bi ISAyê bi 99 dengên Erê û bêyî tu dengeke Na pejirand û bi vî awayî kongira Emerîkayê dengê xwe da dewama  boykotên îranê heya dawiya sala 2026an.

Qanûna  boykiotên li dijî Îranê li benda îmzeya Barak Obama  serokkomarê Emerîkayê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu