ÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Ruhanî: Îran û Komara Azerbaycan dikarin bibin rêyeka sereke ji bo gihandina navçeyên Asya û Afrîqayê li bakûra Ewrûpayê

Serokê Komara Îslamiya Îranê, got: Îran û Komara Azerbaycan dikarin bibin rêyeka sereke ji bo gihandina navçeyên Asya û Afrîqayê li bakûra Ewrûpayê.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê li hevdîtina bi Şahîn Mistefaev, wezîrê aboriya Komara Azerbayanê li Têhranê, vîna dewlet û neteweyên du welatan ya ji bo berfirehkirina peywendî û hevkariyên dualî, girîng da zanîn.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, peywendiyên di navbera Têhran û Bakûyê de ber bi zêdebûn û di çarçoveya berjewendiyên du netewan de da zanîn û li ser hewldana ji bo geşepêdan, xurtkirin û qahêmkirina giştalî ya peywendî û hevkariyên dualî pêgîrî kir.

Ruhanî herwiha li ser pêwîstiya dewama şêwirîn û hevkariya berpirsên Îran û Komara Azerbaycanê ji bo amadekirina rejîma hiqûqî ya Deryaya Xezerê û plandarêştina ji bo rêkûpêkkirina çalakiyên hevpar ên aboriyêli vî navçeyî pêgîrî kir.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, bal kişand ser vexwendina fermî ya serokomarê Azerbaycanê ji bo sefera bo Bakûyê li dahatiyeka nêzîk û hêvîdariya xwe diyar kir: Ev sefera bibe sedema berfirehbûna zêdetir ji berê ya dostî, hevkarî û peywendiyên di navbera du welatan de. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu