ÎranNûçePakîstanRojhilatanavin

Hesen Rûhanî: Îran û Pakistan kûratîya stratêjîk a hevdu ne

Serokê Komara Islamî ya Îranê bihêzkirina ji ber zêdetir a peywendîyên Têhran-Islamabadê di hemî waran ji wan di warê aborîyê de pêwîst zanî û pêgirî kir: Îran û Pakistan kûratîya istiratêjîk a hevdu ne.

Hesen Rûhanî îro li peywendîya bi rêka telefonê ya digel Imran Ehmedxan Nîyazî serokê Partîya Tehrîka Insafê ya Pakistanê tevî pîrozkirina serketina vê partîyê li hilbijartinên meclisa Pakistanê hêvî kir ku di dewra nû da peywendîyên gellekî nêzîk û germtir di navbera her du welatan de pêk bên.

Rûhanî herwiha bal kişand ser gotinên serokê Partîya Tehrîka Insaf a Pakistanê têkildarî girîngîya bihêzkirina peywendîyên Têhran-Islamabadê û got: Her du welat divê pêşketineke berbiçav li peywendîyên aborî û ticarî bibînin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha serokê Partîya Tehrîka Insafê ya Pakistanê ji bo pişkdarîya li Civîna Civata Got û bêj û Hevkarîya Asyayê ku biryar e di meha Cotmehê de li Têhranê bê lidarxistinê, gazî kir.

Imran Ehmedxan Nîyazî jî li vê peywendîya bi rêka telefonê bi gotina vîya ku Pakistan xwazyarê pêşketina berbiçav li peywendîyên digel Îranê di hemî waran nemaze di warê ticarî de ye, dilnîyayî da ku peywendîyên her du welatan dê zêdetir bên berfirekirin û kûrkirinê û Pakistan girîngîyeke gellekî zêde dide bihêzkirina peywendîyên Islamabad û Têhranê.

Imran Ehmedxan Nîyazî herwiha pêgirî kir ku ew ê bê şik li Civîna Civata Gotûbêj û Hevkarîya Asyayê li Têhranê pişkdar bibe.

Başa dön tuşu