AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Rûhanî: Li vê meydanê derfiroş serdarên warê sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê ne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî berêvariya roja Yekşemiyê li civîna desteya wezîran a dewleta Îranêî bi gotina vê yekê ku di rewşa şerê aborî û gefa boykotkirinê da, armanca sereke ya xêrnexwazan girtina pêşiya Îranê li abora cîhanî ye, got: Li vê meydanê derfiroş serdarên warê sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê ne.

Hesen Rûhanî destnîşan kir: Dewleta Îranê li hemî siyasetên xwe yên diravê biyanî û derfirotinê li dû wê yekê bûye û heye ku çerxeya derfirtona Îranê were parastin.

Amerîkayê bi derketina ji Lihevkirina Atomî ya di navebra Îranê û Koma 5+1ê di roja 8ê Gulana 2018an da boykotên atomî yên rawestandî li dijî Îranê careka din sepandin.

Ev karê Amerîkayê bû sebeb ku Komara Îslamî ya îranê dozekê li dijî Amerîkayê li Dîwana Navneteweyî ya Laheya Holandayê veke û vê dîwanê jî li biryara xwe ya seretayî li ser xêra Îranê deng da û ji Amerîkayê xwest ku soz û qirarên xwe yên li warê Lihevkirina Atomî cih bîne.

Başa dön tuşu