IraqNûçeRojhilatanavin

Şer li Ebasiyê didom e

Artêşa Iraqê îro careke din gundê Kanî Heramî kontrol kir û şer li derdora gundê Ebasiye jî hêj berdewam e.

Di sêyemîn roja operasyona rizgarkirina Mûsilê de, şer û pevçûn di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê li derdora çend gundan berdewam bû.

Peyamnêrê me got, Artêşa Iraqê di roja sêyem a operasyonê de çend gund dorpêç kirin û navendên çekdarên di nava wan gundan û bi taybet gundên Kanî Heramî, Ebasiye, Selamiye û Xizir Ilyas dane ber top û hawinan.

Li gorî agahiyan, hêzên iraqî îro cardin karîn piştî êrişeke giran û berfireh gundê Kanî Heramî ji destê çekdarên DAIŞê derxînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu