CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Rûhanî û Makron bi rêya têlêfonê qisekirin

Serokomarên Îran û Frasnayê li ser berfirehkirin û xurtkirina pêwendiyên navbera Têhran û Parîsê hevtûşê berjwendiypên hevpar ên du gelan li tevahiya warên tlkildar pêgirî kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî berêvariya Yekşemiyê li têkilliya têlêfonî bi Êmanoêl makronê serokomarê Frasnayê ra bal kişande ser vê yekê ku Îran girîngiyeka taybet dide xurtkirina pêwendiyan bi Frasnayê ra û got: Li gorî derfetên gellek zêde û baş ji bo hevkariya du welatan li babetên siyasî, çandî û aborî her wiha mijarên têkildarî navçeyê, Têhran bibiryar e ku hevkariyên xwe digel Parîsê li hemî waran xurt bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha berdewamiya Lihevkirina Navokî sebeba xurtkirina ewlehî û hevkariya navçeyî da zanîn û got: Xîm û bingeha pêwendiyên navbera Îranê û welatên din li ser esasa pêbaweriyê bûye û Lihevkirina Navokî yekem bingeha girîng ji bo pêbaweriyaa navbera Îranê û welatên rojavayî ye.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku helwêstên maerîkiyan li dijî Lihevkirina Navokî bi aşkiratî lihevkirina navbera heft welatan binpê dike, got: Îranê di rojên dawî da biryarin gellek girîng li warê pêwendiyên bankî, diravê biyanî û miajrên din ên aborî dane û ji bo her biryara ku Amerîka dê di 12ê Gulanê da anku 22ê meha Ordîbihiştê bide, amade ye.

Rûhanî  tevî pêgiriya li ser vê yekê ku pêşeroja Lihevkirina Navokî piştî sala 2025an li gorî qanûnên navneteweyî diyar dibe û bi tu awayî nabe mijara gotûbêjê.

Makron jî tevî pêgiriya dubare li ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariyên navbera Têhran û Parîsê li tevahiya warê eleqedar da, got: Yekîtiya Ewropayê û bi taybet Fransa bi tamî pişta Lihevkirina Atomî digirin û sedî sed dê li nav vê hevhatinê bimînin.

Serokomarê Fransayê her wiha got: Fransa dixwaze ku Rojhilata navînê aram be û bi bawer e ku Lihevkirina Atomî modêleka girîng ji bo çareserkirina kêşeyên li vê navçeyê ye û divê were parastin û hemî alî divê sozdarê wê bin.

Başa dön tuşu