ÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Ruhanî vê sibehê gihêşte parêzgeha Sîstan û Belûçistanê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî vê sibehê gihêşte bajarê Zabolê li bakûra parêzgeha Sîstan û Belûçistanê.

Parêzgarê Sîstan û Belûçistanê seyd Danyal Muhibî li hevpeyvîna bi IRNA re got Serokê Komara Îslamî ya Îranê li sefera xwe ya Sîstan û Belûçistanê ku du rojan dom dike wê ji bilî Zabol serdana bajarên Zahidan û Çabiharê jî dike.

Muhibî got ku Ruhanî li sefera xwe ya Sîstan û bilûçistanê bi nûnerên grûpên curbicur re rûdine û gotûbêjê dike û li civîna pêşxistina aborî ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî beşdar dibe.

Parêzgarê Sîstan û Belûçistanê desnîşan kir ku serokê Komara Îslamî ya Îranê li Çabiharê wê li beşdariya rayedarên çend welatên din merasima desbikarkirina faza yekem a bendera Çabiharê bi rê bêxe û tê de biaxive.

Muhibî herwiha got: Li dema mayîna Ruhanî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ew dê li zanîngeha Sîstan Û belûçistanê û li talara Ferdûsî ji bo xwendekaran biaxive,

Beşdariya li rûniştina konseya îdarî ya Sîstan û Belûçistanê û bi rêxistina prss-konferansê bernama dawiyê ya serokê Komara Îslamî ya Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu