ÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Rûhanî: “Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê 8 caran daxwaza mizakereyê kir

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî got ku alîgirê mizakere û dîplomasiyê ye lêbelê şert û mercên îro şertên mizakereyê nînin şertên berxwedan û têkoşînê ne.

Rûhanî li paytext Tehranê bi alimên dînî ra hat bal hev û der barê mueyîdeyên Amerîkayê da nirxandin kirin.

Rûhanî diyar kir ku kesên li Qesra Spî rûdinên di 40 salên borî da daimî dijî Îranê dixebitin, plan dikin ku bi tehde û çekan têkoşînê bikin û îro ev hemû bûne yek û wiha axivî:

“Dijmin her dem dixwest ku Îran rageşiyê bide destpêkirin lê em ev nekir, Li hundir jî hin kes li pey wê yekê bûn ku em ji peymana nukleerê derkevin lê berxwedana li ser gelekî zehmet bû. Heke em bi tehrîkên Amerîkayê ji peymana nukleerê derketina dê îro gelekî zehmet bûya ku em pêngavên ku hikûmet ji bo gelê xwe diavêje biparêzin û ev rewş dê aloztir bûya. Di rewşeke wiha da ji bilî Amerîkayê dê raya giştî ya navneteweyî û NY jî dijî welatê me mueyîde daniyana.”

Rûhanî qal kir ku dijî mueyîdeyên Amerîkayê di navbera gel û birêvebirên welêt wekî hev difikirin û got ku şexsê wî piştgirê mizakere û dîplomasiyê ye lêbelê bi tu awayî qebûl nake ku bi van şert û mercan mizakere bê kirin.

Hesen Rûhanî got ku di dema civîna NYyê ya par da serokên 5 welatên mezin ji bo ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trump a hevdîtinê bike bûn navbeynkar û wiha axivî: “Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê 8 caran daxwaza mizakereyê kir. Şert û mercên îro bi tu awayî şertên mizakereyê nînin, şertên berxwedan û têkoşînê ne.”

Başa dön tuşu