İslami Davet Kurdi Bange İslami

Hesen Rûhanî: Yekperçetiya li civîna Stembolê, misilman li bara Filistînê hêvîdar kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji lidarxistina civîna awarte ya rayedarên Rêxistina Hevkariya Îslamî li Stembolê spasî kir ûgot: Vê civînê, misilmanên cîhanê li bara mesela Filistînê hêvîdar kir.

 Hesen Rûhanî, çarşemiyê şevê Civîna Stembolê,got ku kiryara vê dawiyê ya serokkomarê Emerîkayê li bara Qudsê dilê  hemî misilman û azadîxwazên cîhanê êşand û got: Riya ku îro li civîna  awarte ya rayedarên  Rêxistina Hevkariya  Îslamî destpê bûye, divê bi hevdengî bidome da ku Emerîka, tu carî nekaribe biryara xwe praktîze bike.

Rûhanî bal kişand ser vê yekê ku  komployên  ku emerîkî û siyonîst li dijî cîhana  Îslamê dimeşînin  bi şêwazên curbicur  didomin  û got:  Şukra xwedê hemî misilmanên seranserê cîhanê, hestên xwe jibo  berevaniya ji erdê Filistînê nîşan da û li hember  vê komploya  li dijî Îslamî sekinîn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku  hevkariay ehvpar a Têhran û Enqerê jibo xurtkirina  aramî û ewlehiyê li Sûriyê divê tim bidome û destnîşan kir: Îarn û Tirkiye jibo rawestana li ber terorîzmê li anvçê û aramiya  wê nihêrînên hevpar hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version