FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Hêsîrên filistînî ketine greva birçîbûnê

Komîteya şopandina karên hêsîrên filsitînî ragihand ku greva birçîbûnê ya 15 hêsîrên filistînî dest pê bûye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Wefayê, komîteya şopandina rewşa hêsîrên filistînî îro duşemiyê, 11`ê nîsana 2016`an, ragihand ku 15 hêsîrên filistînî yên li zinadên Rêjîma Siyonîst bi nîşana ragihandina hevdengiya xwe tev Şukrî Xwaca ku li nav hucreya takekesiya siyonîstan da ye, ketine greva birçîbûnê.

Şukrî Xwaca ji derdora hefteyek berî niha va ji ber ku ew xistine nav hucereya takekesî, dest bi greva birçîtiyê kiriye.

Ji aliyê din va çekdarên Rêjîma Siyonîst hema wisa siyaseta xwe ya dijî mafên mirovan li warê xerakirina malên filistîniyan ji bo awarekirina wan didomînin.

Li vî halî çekdarên siyonîst tevî êrîşa li ser navçeyeke Qudsa dagîrbûyî maleke malbateke filistînî kavil kirin.

Dagîrkerên siyonîst ji meha Îlona 2015`an va heta niha 157 malên filistîniyan li rojhilata Qudsa dagîrbûyî û Rexê Rojavayiya Çemê Urdinê wêran kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu