IraqNûçeRojhilatanavin

Heştemîn roja opêrasyona azadkirina bajarê Mûsilê

Opêrasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê li bakûra Iraqê li halekî dikeve roja heştan ku fermandarên hêzên Pêşmerge ragihandin ku ev hêzana giheştine 8 kîlomêtrîya vî şarî.

Li gorî rapora PressTV`yê, opêrasyona azadkirina bajarê Mûsilê ku ji 16`ê Cotmehê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bi pişkdarîya hêzên artêş, polîs, hêzên gelanî û Pêşmerge destpê bû, ketîye roja heştan û hêzên hanê ji alîyên curbicur va ber bi bajarê Mûsilê va pêşda diçin.

Heta vê gavê bi dehan gund û bajêr li derdora Mûsilê hatine azadkirinê û li gorî gotina çavdêran, serketina hêzên iraqî seratir ji asta çaverêkirî bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu