IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Hêzên gelanî yên Iraqê dê li nav welêt bimînin

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir ku hêzên gelanî saziyekî ewlehî yê sereke di nav Iraqê daye û bê aliye û wezîfa gelê Iraqê ye jê piştevaniyê bike.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev taximek ji qumand û endamên hêzên Heşda Şeibî destnîşan kir: Heşda Şeibî hêzekî gelanî ye û piştevanê saziyên ewlehiya Iraqê ye loma di nav sîstema dewletî ya welêt da dê bimîne.

Heyder Ebadî destnîşan kir: Heşda Şeibî ji nav civata Iraqê pêk hatiye û dewlet jî sîstema ewlehiyê bona parastina ewlehî û tenahiya civatî bi pergal dike û li vê steratijiya nû da hêzên gelanî jî dê hebin.

Pêştir jî serokwezîrê Iraqê ji zêdekirina bûdca hêzên Heşda Şeibî xeber dabû (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu