CîhanEwropaNûçe

Austuralya: Êrişeka teroristî 5 qurbanî li dûv xwe hêlan

Êrişkerekî li nawçeya Brayton ya Mêlburn li Austuralya êrişî xelkî kir, kesek kuşt û jinek jî bi barimte bir û sê polîs brîndar kirin.
Polîsên Austuralya êrişker kuşt û barimte rizgar kir lê 3 polîs brîndar bûn ku birîna yakî  girane û li gor gotina serokwezîrên Austuralya ew êriş êrişeka teroristî ye, lê jiber kuştina êrişkerî di zûtrîn dem de rê li zîdebûna hejmara qurbanîyan hat girtin.
Malkom Tturinbul aşkira kir: Êrişa Mêlburin ku piştî êrişa Lendene Êrişeka teroristîye û ji aliyê tawanbarekî ve hatîye kirin ku berî niha tawanbar bi sûçên terorê û tundutîjîyê hatibû zîndankirin lê li vî dawîyê bi merc hatbû azadkirin.
Ji aliyê xwe ve rêkxistina teroristî ya DAIŞê berpirsyarîya xwe ji wî êrişê ragehand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu