NûçeRojhilatanavinYemen

Opêrasyona taybet a artêşa Yemenê li dijî kirêgirtîyên siûdî li Necranê

Çavkanîyên leşkerî ragihandin ku artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê opêrasyonek taybet li dijî çeperên kirêgirtîyên siûdî li derbasgeha sînorî ya Xezrayê li devera Necranê li axa Erebistanê lidar xistin.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al Alamê, çavkanîyên hanê îro ragihandin ku hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê di encama êrişeke din a serdagirtinê ser çeperên kirêgirtîyên siûdî li girikê Beyzayê li nêzîkî derîyên sînorî yê Necranê de, hejmarek kirêgirtîyên siûdî kuştin an birîndar kirin.

Li gorî vê raporê, hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê berî vê êrişê, girikê Beyzayê dan ber topan.

Topxana artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê herwiha êrişî çeperên kirêgirtîyên siûdî li rojhilata devera Kehbûbê li parêzgeha Lehecê kir ku di encamê de hejmarek kirêgirt hatin kuştinê û hejmarek jî birîndar bûn.

Erebistanê ji 26`ê Adara sala 2015`ê ve bi heceta vegerandina Ebderebe Mensûr Hadî serokomarê istêfakirî yê Yemenê ser desthilatê, dest bi êrişa ser vî welatî kirîye. Di encamê de heya niha ji sedî 80`yê jêrxanên vî welatî hatine kavilkirinê, nêzî 40 hezar kesî jî hatine kuştinê û birîndar bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu