Hevalbendiya hevpar a serokwezîrê Iraqê tev rêxistina Bedr û Meclisa Binind a îslamî ya Iraqê li hilbijartinan

Bingehekî iraqî ji hevalbendiya hevpar a serokwezîrê Iraqê tev rêxistina Bedr û Meclisa Binind a îslamî ya vî welatî li hilbijartina parlemanî xeber da.
Li gor rapora IRIB News`ê, Bingehekî iraqî duh şemiyê ragihand; “Heyder Ebadî serokwezîr, Hadî Amirî sekretirê giştî yê saziya Bedr û Şêx Hemam Hemûdî serokê meclisa Binind a îslamî ya Iraqê dê li hilbijartina parlemanî ser navê hevalbendekî nû bi navê `Hevalbendiya Nesr` pişkdar bin“.
Vê hevalbendiyê Heyder Ebadî wekî serokê xwe bijartiye û hatiye ragihandin ku “Armanca vê hevalbendiya Ebadî, Amirî û Hemûdî pêşxistina pêvajoya siyasî li nav Iraqê û xebata dijî gendeliyê ye“.
Hevalbendiya Nesr a Iraqê ragihandiye ku ji hemû aliyên siyasî yên vî welatî bona peydakirina rêyekî siyasî ji bo pêşxistina vî welatî û çareserkirina kirîzan û avakirina welêt û xebata dijî gendeliyê pêşwaziyê dike.
Herwisa çavkanîyeke parlimanî li Iraqê ragihand ku Eyad Elawî serokê Hevalbendîya Al Wetenîye, Selîm Cibûrî serokê Civata Medenî ji bo Aştîyê û Salih Metlek serokê Hevalbendîya Al Erebîyê ji bo pişkdarîya li hilbijartinên li pêşberî Iraqê de hevalbendîyek damzirandin.
Hilbijartina parlimanî ya Iraqê wê 12`ê meha Gulanê were lidarxistin.