Hevalbendiya navneteweyî birêberiya Emerîkayê raghand ku li encama teqîna bombeyê li Sûriyê du kes ji eskerên wê hatin kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Reuters`ê, artêşa Emerîkayê li daxûyaniyekê bal kişand ser vê yekê ku du kes ji endamên hêzên hevalbendiya navneteweyî li encama teqîna bombeyê li Sûriyê hatin kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn û raghand ku hûrgiliyên girêdayî bi vê bûyerê hewcedarê hilkolandina zêdetir e.
Li gorî vê daxûyaniyê, ev teqîna ku karwanê eskerî kir hedef, pênşemiyê şevê qewimî. Ev daxûyaniya amajeyî nasname û howiyeta kesên kuştî û mexdûrên vê bûyerê nekir.
Pêştir jî ev hevalbendiya li dijî DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê li bara kuştina yekî din ji hêzên xwe li meha Kanûnê agahî dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)