IraqNûçeRojhilatanavin

Hevalbendiya Sairûn û Nesr

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û serokê hevalbendiya Nesr û Muqteda Sedr serokê bereya Sedr û hevalbendiya Sairûn hevalbendiyek pêk anîn.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA, yê, Li çarçîva xebatên siyasî yên aliyên siyasî li Iraqê bona pêkanîna fraksiyona mezin li parlemana nû ya vî welatî, li sefera Ebadî bo Necefê û hevdîtina tev Muqteda Sedr, wan herdukan hevalbendiyekî nû pêk anîn.

Piştî vê hevdîtina du şemiyê, muqteda Sedr û Heyder Ebadî li Press konferansekê ji pêkanîna hevalbendiyekî nû xeber dan.

Ebadî û Sedr ragihandin, pêkanîna hevalbendiya nû dijî hevalbendiyên berê ku aliyên dine siyasî li nav Iraqê pêk anîbûn nîne û hedefa hemû hevalbendiyên pêkhatî bona hedefekê dixebitin.

Pêştir hevalbendiya Sairûn û feth bi rêberiya Hadî Amirî û Sairûn û Hikmet bi serokatiya Seyîd Emar Hekîm û El-Veteniye bi serokatiya Eyad Elavî pêk hatibûn.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.

Li hilbijartina parlimanî ya Iraqê 320 partî, hevpeymanî û lîsteya hilbijartinê ketin rikeberiyê.

Li gorî ragiahndina Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê, hevpeymaniya Saêrûnê ya ser bi Muqteda Sedr, Serokê tevgera Sedr, bi wergirtina 54 kursiyan li hilbijartina parlimanî ya Irqê bi ser ketiye.

Hevpeymnaiya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî bi 47 kursiyan û hevpeymaniya Nesrê bi serokatiya Heyder Ebadiyê serokwezîrê niha yê Iraqê bi 43 kursiyan bi rêzê di cîgeha duyem û sêyem da cih girtine.

Her wiha Dewleta Qanûnê (Nûrî Malikî) bi 25 kursiyan, El Veteniye (Eyad Elawî) bi 22 kursiyan, Tevgera Hikmetê (Seyd Emar Hekîm) bi 19 kursiyan û El Qerar (Osame Nuceyfî) bi 13 kursiyan, zêdetirîn pişk û para parlimana tê ya Iraqê bi dest xistin.

Başa dön tuşu