NûçeRojhilatanavinYemen

Hevalbendîya siûdî 15 yemenî şehîd kirin

Di encama êrişa balafirên cengê yên hevalbendîya siûdî ser derdora parêzgeha Hudeydê li rojavaya Yemenê de, 15 kes hatin kuştinê û zêde ji 20 kesî jî birîndar bûn.

Li gorî rapora kanala Al Mesîrê, balafirên cengê yên hevalbendîya siûdî şeva buhurî deverên Firze Sena û Keşûbeyê li nêzîkî parêzgeha Hudeydê dan ber bombeyan ku di encamê de 35 kes hatin kuştinê û birîndar bûn.

Wezareta Berevanîya Yemenê jî ragihand ku hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê êrişa berfire ya kirêgirtîyên siûdî ser bakura rojhilata balafirgeha Hudeydê bêencam kirin.

Li gorî daxûyanîya Wezareta Berevanîya Yemenê di encama vê berxwedanê de hejmareke zêde têrorîst û kirêgirtîyên siûdî hatin kuştinê û 8 maşînên wan jî hatin rûxandinê.

Başa dön tuşu