NûçeRojhilatanavinYemen

Hevalbendîya siûdî pêkînerê cinayetên li Senaya Yemenê

Komîteya pêderxistina rastîyan a ku li bara kuştina sivîlên li Senaya Yemenê pêk hatîye, li xwe mukur hat ku hevalbendîya ereb bi serkirdetîya Erebistanê ev cinayeta pêk anîye.

Li gorî rapora televîzyona El-Meyadîn a Libnanê, Komîteya pêderxistina rastîyan a têkildarî bûyera kuştina sivîlên yemenî li Senayê, îro bi daxûyanîyekê mukur hat ku navenda kontrolkirina opêrasyonên hewayî ya hevalbendîya Erebistanê li Yemenê bêyî hevdengîya ligel feramndarîya hevalbendîyê fermana êrişa ser merasima tazîdarîyê li Senayê daye.

Di vê daxûyanîyê da jibo şaşnîşandana vê opêrasyonê, hatîye ku balafireke cengê ya hevalbendîyê dest bi bomberankirina merasima tazîdarîyê li Senayê kir.

Berî vîya, Îsmayîl Weled Şêx Ehmed, şandîyê NY bo karên Yemenê got ku sebebkarên êrişên hovane ser merasima tazîdarîya bo bavê wezîrê berê yê karên hundur ê Yemenê li Senayê, divê li dadgehên navnetewî dîwana wan bikin.

Konseya bilind a sîyasî ya Yemenê jî ji daxwaza Ban Kî Mûn serokê giştî yê NY li bara pêkanîna konseya navnetewî ya lêkolnan têkildarî cinayetên Erebistanê li Yemenê pêşwazî kir û ev daxwaza pêngaveke durist jibo muhakimekirina serokên siûdî zanî.

Di encama êrişa enqest a vê dawîyê ya balafirên cengê yên artêşa Erebistanê ser merasima tazîdarîya jibo bavê wezîrê berê yê karên hundur ê Yemenê li bajarê Senayê da, bi sedan kes hatin kuştinê û birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu