Wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku Iraq naxwze li karûbarên tu welatekî mudaxilê bike û ragihand: Jibo rawestana li ber terorîzmê navbera Bexda û Şamê hevdengî heye.
Li gorî rapora kanala nûçan a El-Meydaînê, Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê, êvara sêşemiyê li civîna konseya wezîrên derve yên Yekitiya Ereban li Qahirê, paytexta Misrê ku duh hat li dar xistin, cardinê daxwaza endametiya Sûriyê li vê yekitiyê kir.
Wezareta karên derve ya Iraqê jî duh sêşemiyê li daxûyaniyekê ragihand: Vegeriyana Sûriyê nav Yekitiya Ereban, destekê dide qeyrana vî welatî çareser bibe û ser pêwîstiya kokbirrkirina grûpên terorîstî li Sûriyê tekez kir.
Wezîrên karên derve yên yên ereban Mijadara 2011`an çend mehan piştî destppêbûna pevçûnan li Sûriyê ji ber dijberiya Şamê li hember plana erebî jibo çareserkirina qeyrana vî welatî, endametiya Sûriyê li Yekitiya Ereban rawestandin. El-Ceferî li bara pêşdeçûna hêzên eskerî yên Iraqê li Mûsilê û paqijkirina navçeyên curbicure parêzgeha Neynewayê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê jî got: Pêşdeçûna artêşa Iraqê li şerê li dijî DAIŞê hevrê bûye bi yekperçetî û yekitiya grûpên siyasî.
Wezîrê karên derve yê Iraqê li bara alîkariyên aborî bo DAIŞê jî dç got : Pişt perdeya alîkariyên aborî yên DAIŞê, îmkanata gelek welatan tên dîtin û hin welatan derbasbûna eskerên çekdar ên grûpa terorîstî ya DAIŞê bo nav Iraq û Sûriyê hêsan kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)