CîhanNûçe

Hevdengiya endamên Alba`yê ji bo sekinîna li hemberî Amerîkayê

Beşdarên li civîna hevpeymaniya bolîvaryayî ya Amerîkaya Latînê nasyar bi Alba`yê li ser sekinîna li hemberî siyasetên destwerdana Amerîkayê pêgirî kirin.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji zarê kanala têlêvîziyoniya APTN`ê, Raûl Kastro serokomarê Kûbayê îro pêncşemiyê li civîna hevpeymaniya bolîvayayiya Amerîkaya Latînê (ALBA) li havanayê got: Kûba tevî hebûna pirsgirêk û zextên aborî yên Amerîka û welatên rojavayî dê riya xwe ya siyasî bidomîne.

Nîkolas Madoro serokomarê Vênêzuêlayê jî got ku ev welata tevî hebûna zextên aborî hazir nine ku rêkarên li ser esasa sermayedariyê qebûl bike û hema wisa riya têkoşînê didomîne.

Diwanzdehemîn salvegera hevpeymnaniya ALBA`yê ku Hugo Çavêz, serokomarê mirî yê Vênêzoêlayê ji bo sekinîna li hemberî Amerîkayê damezirandibû, li Havanaya paytexta Kûbayê hat lidarxistin.

Ev bûyer îsal di bin bandora mirina Fîdel Kastro, rêberê berê yê Înqibala Kûbayê hat lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu