IraqNûçeRojhilatanavin

Hevdengîya Iraq û Sûrîyê jibo dabînkirina ewlehîya sînorên her du welatan

Serokwezîrê Iraqê pêkutî kir ku jibo girtina pêşîya veguhestina têrorîstên DAIŞ`ê ji Mûsilê bo Sûrîyê, hin hevdengî bi dewleta Sûrîyê ra pêk hatine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, serokwezîrê Iraqê şeva buhurî li axavtinekê got ku dewleta Iraqê tu pirsgirêkek jibo bicihkirina awareyên Mûsilê û dabînkirina ewlehîya wan tineye û hin plan jibo pêşeroja vê parêzgehê hene ku ev parêzgeha ji berê çêtir bê îdarekirin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha ragihand ku destwerdanên serbazî yên Tirkîyê li axa Iraqê bi tu awayî rewa nînin û got: Tirkîye hewl dide pirsgirêkên vî welatî bipekîne Iraqê.

Ebadî herwiha got: Dewleta Iraqê yê li hemberî her cure destdirêjî û bêserûberîya li bajêran û şewitandina gundan bisekine û rê nade ku DAIŞ tolê ki welatîyan hilîne.

Heyder Ebadî li hemberî meseleyên vê dawîyê yên Kerkûkê û rapora Sazya Mafn Mirovan jî bertek nîaşn da û got, ew ê li hemberî her cure sûdwergirtina narewa û zordarîya ser welatîyên parêzgeha Kerkûkê bisekine.

Herêma Kurdistana Iraqê jî raporên sazîya çavdêrê mafên mirovan û Sazîya Efûya Navnetewî li bara derxistina bizorê ya erebên kerkûkê û wêrankirina malên wan ret kirin û ragihand ku malên kavilbûyî, sitargehên têrorîstan bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu