ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtin û şêwirîna wezîrê karên dreve yê Kuweytê tev Zerîf li Têhranê

Wezîrê karên derve yê Kuweytê li Têhranê tev wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê hevdîtin pêk anî û li bara meselên curbicur gotûbêj kir.

 Şêx Sebah El-Xalid El-Ehmed El-Sebah, wezîrê karên derve yê Kuweytê û Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja çarşemiyê li vê hevdîtinê li bara hevkariyên  dualî, alugurên  navçeyî û navneteweyî û her wiha peywendiyên  Îran û Konseya Hevkariya Kendava Farsê gotûbêj kirin.

Şêx Sebah Xalid El-Hemd El-Sebah her wiha biryar e li sefera yek rojî  ya Têhranê tev serokê Komara Îslamî ya Îranê hevdîtin pêk anî û peyama  nivîskî ya Şêx  Sebah El-Ehmed El-Cabir El-Sebah mîrê Kuweytê raberî Hesen Rûhanî bike.

Wezîrê karên derve yê Kuweytê pêştir li bereberê sefera Têhranê li civîna rojnamevaniyê li bajarê Kuweytê ser hevkarî û gotûbêja  tev Komara Îslamî ya Îranê tekez kir û got Kuweyt şirîkê Îranê li navçê ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu