Wezîrê karên derve yê Kuweytê li Têhranê tev wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê hevdîtin pêk anî û li bara meselên curbicur gotûbêj kir.
Şêx Sebah El-Xalid El-Ehmed El-Sebah, wezîrê karên derve yê Kuweytê û Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja çarşemiyê li vê hevdîtinê li bara hevkariyên dualî, alugurên navçeyî û navneteweyî û her wiha peywendiyên Îran û Konseya Hevkariya Kendava Farsê gotûbêj kirin.
Şêx Sebah Xalid El-Hemd El-Sebah her wiha biryar e li sefera yek rojî ya Têhranê tev serokê Komara Îslamî ya Îranê hevdîtin pêk anî û peyama nivîskî ya Şêx Sebah El-Ehmed El-Cabir El-Sebah mîrê Kuweytê raberî Hesen Rûhanî bike.
Wezîrê karên derve yê Kuweytê pêştir li bereberê sefera Têhranê li civîna rojnamevaniyê li bajarê Kuweytê ser hevkarî û gotûbêja tev Komara Îslamî ya Îranê tekez kir û got Kuweyt şirîkê Îranê li navçê ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)