ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina alîkarê Ban Kî Mon tev alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê

Alîkarê serokê giştî yê NY li karên insandostîyê bi alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Stêfan Obrayn û Sadiq Cabêrî-ensarî di vê hevdîtinê da li bara hevkarîyên dualî di warê alîkarîyên insandostîyê nemaze li deverên dorpêçbûyî gotûbêj kirin.

Alîkarê serokê giştî yê NY ji Komara Islamî ya Îranê jibo hêsankirina gîhandina alîkarîyan bo gelê dorpêçbûyî li deverê nemaze li hin deverên Sûrîyê alîkarî xwest.

Obrayn vê sibê derbasî Têhranê bû û bi wezîrê karên hundur û serokê navenda lêkolînên istiratêjîk a civata kifşkirina berjewendîyên nizama Îranê re hevdîyin pêk anî.

hatîye ragihand ku armanca serdana vê rayedarê NY bo Îranê, bihêzkirina pişkdarîya Komara Islamî ya Îranê û nivîsgeha hevdengkirina karên insanî ya NY (OCHA) ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu