ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Hevdîtina alîkarê payebilind ê wezîrê karên derve yê Îranê bi Bişar Esed re li Şamê

Hisên Cabêrî Ensarî, alîkarê payebilind ê wezîrê karên derve yê Îranê li karûbarên taybet ên siyasî û muzakirekirê payebilind ê Komara Îslamiya Îranê li pêvajoya Astanê, roja şemiyê li Şamê bi Bişar Esedê serokomarê Sûriyê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Ev hevdîtina bereberê Kongireya Neteweyî ya Sûriyê ku biryar e 29 û 30`ê Çilê li Sûçiya Sûriyê were lidarxistin, cih hat.

Hisên Cabêrî Ensarî, alîkarê payebilind ê wezîrê karên derve yê Îranê li karûbarên taybet ên siyasî û muzakirekirê payebilind ê Komara Îslamiya Îranê li pêvajoya Astanê, Elêksandêr Lavrêntiyêv (Alexander Lavrentiev), nûnerê taybet ê serokomarê Rûsyê li karûbarên Sûriyê û Sedat Onal, wezîrê karên derve yê Tirkiyê, 20`ê Çilê li civîna destpêkê ya li Sûçiyê, li ser hevahengiyên herî dawîn ên ji bo lidarxistina Kongira Netewî ya Sûriyê, beşdarî vê civînê bûn.

Alîkarê payebilind ê wezîrê karên derve yê îranê li Karûbarên taybet ên siyasî ku seredana Sûriyê kiriye, biryar e li vê sefera yekrojî bi rayedarên din ên vî welatî jî hevdîtin pêk bîne û li ser alûgorên herî dawîn ên siyasî û meydanî yên Sûriyê bi hev re bişêwirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu