IraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: Mafê her kesî heye xwezî û hêviyên xwe bi cih bîne

Serokwezîr Heyder Ebadî di axaftina xwe de got: “Her weke ku hûn dizanin ji berê ve hinek dibêjin ku Iraq dibe 3 perçe, sunî, şîe û kurd. Ew yek bi tevahî tê redkirin. Em di xema yekparçeyiya Iraqê de ne. Hûn dizanin heta rêveberiya nû ya Amerîkayê jî tekezî li ser yekparçeyiya xaka Iraqê dike. Em dixwazin ev yek metoda hemûyan be.

Heyder Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em wiha dibînin ku iraqeke yekparçe bihêztire ji bo hemûyan, lê belê ji bo mijara serxwebûnê, ez wiha dibînim ku ev yek hêvî û xwezî ye, xwestek û hebûna hêviyê jî mafê hemû kesekî ye û ez rêzê jê re nîşan didim. Mafê hemû mirovekî ye ku hêviyan bixwaze û xwediyê xweziyan be û niyeta bi dest xistina wan jî hebe, lê belê di realîteyê de berjewendî hene. Divê hisab bo berjewendiyan bikî, niha bi vê serxwebûnê berjewendiyan bi dest dixî, yan li gel iraqeke yekgirtî de bi dest tînî, ku hemû xortên wê pêkve di yek welatî de bijîn.

Ebadî di dirêjiya axaftina xwe de got: “Bi nêrîna min ji bo kurd û hemû iraqiyan wisa baştir e ku pêkve bin. Cudabûn di vê qonaxê de û di qonaxên berê de jî, dibe sedema ziraran bo gelê kurd bi xwe, lewma derdora te jî wê yekê qebûl nake. Te derdorek heye ku dijî te ye, tu dê werî dorpêçkirin. Niha Ewropa ber bi rakirina astengan û bazirganiyê diçe, eger em ber bi dabşbûnê ve biçin, dibe sedema ziraran.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu