ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina balyozê Îranê li Bexdayê digel serokomar û serokê parlimana Iraqê

Sefîrê Îranê yê li Iraqê şeva buhurî li Bexdayê bi serokomar û serokê parlimana Iraqê re hevdîtin pêk anî. Sefîrê Îranê bi fermî serokê nû yê parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbûsî jibo serdanekê vexwande Tehranê.

Li gorî daxûyanîya Ofîsa Serokê Parlamentoya Iraqê, duh Yekşembî 23`yê Îlona 2018`an serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî pêşwazî li Balyozê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescidî kir.

Mihemed Helbûsî û Îrec Mescidî di vê hevdîtinê de derbarê pêwendiyên dualî yên navbera herdu welatan, geşedanên herî dawîn ên siyasî û ewlehiyê li Iraq û navçeyê û herwiha dosyeya avê de gotûbêj kirine.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Serokê Parlamentoya Iraqê di hevdîtinê de tekezî kiriye, ku Iraq dixwaze zêdetir ligel welatên derdorê û di tevahiya astan de hevkariyê bike û ragihandiye, ku Iraq amade ye hevkariya navbera Bexda û Tehranê were bihêztirkirin.

Mihemed Helbûsî herwiha daxwaza çareseriyeke bingehîn jibo dosyeya avê ya di navbera herdu welatan de jî kiriye.

Li gorî daxuyaniya ofîsa serokatiya parlamentoya Iraqê, Balyozê Îranê yê li Bexdayê jî di vê hevdîtinê de ragihandiye, Têhran dê piştgirî, çalakkirina dosyeya aborî ya navbera herdu welatan û pêşxistina wê bidomîne.

Îrec Mescidî herwiha bi fermî daxwaz ji Serokê Parlamentoya Iraqê kiriye, ku di rojên bihê de serdana Komara Îslamiya Îranê bike.

Balyozê Îranê yê li Bexdayê duh herwiha serdana Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm jî kiriye û di hevdîtina ligel wî de jî gotûbêj li ser pêwnediyên navbera Tehran-Bexda û hevkariyên navbera herdu welatan kiriye.

Li gorî daxuyaniya serokatiya komara Iraqê, Fuad Mehsûm û Îrec Mescidî di hevdîtinekê de li Koşka Selam a Bexdayê ji bilî pêwnediyên dualî û bihêzkirina hevkariyên navbera herdu welatan, derbarê guhertin û geşedanên siyasî yên li Iraq û navçeyê de jî gotûbêj kirine.

Fuad Mehsûm tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina û pêşxistina hevkariyên hevbeş di navbera Bexda û Têhranê de yên di hemû waran de kir, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên herdu gelên Iraq û Îranê bike.

Balyozê Îranê yê li Bexdayê jî piştevaniya Têhranê bo istiqrara Iraqê û karkirina bo aktîvkirina alîkariyên navbera herdu welatan ragihand.

Başa dön tuşu