EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina balyozê nû yê Ingilistanê li Têhranê bi Hesen Ruhanî re

Hesen Ruhanî, Serokê Komara Îslamiya Îranê, li hevdîtina tev Nîkolas Haptîn, balyozê nû yê Ingilistanê li Têhranê, bal kişand ser vê yekê ku berfirehkirina asta peywendiyên di navbera Îran û Ingilistanê de, wekî du welatên bi bandor, pirr girîng e û got, pêvajoya peywendiyên di navbera du welatan de li van salên dawiyê, ber bi berfirebûnê ye û mirov dikare bi çalakirina zirûfên heyî, vê pêvajoyê bileztir ke.

Hesen Ruhanî, got, piştî Lihevkirina Navokî, Îran û Ingilistan hewcedarê cebirandina derfetên ku li dema derbasbûyî ji dest çûne, ne û pêwîstiya wê jordabirina asta peywendiyên aborî, zanistî, çandî û siyasî ye û evane hemî jî hewcedarê pêkanîna tam a peywendiyên bankî ne.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, li ser girîngiya sozdariya tam a her du aliyan ser cihanîna xalên Lihevkirina Navokî, pêgîrî kir û destnîşan kir: Îranê sozên xwe bi tamî cih anîne û divê aliyê hember jî her ev şêwaz û reftarê li hember Lihevkirina Navokî hebe.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, herwiha bal kişand ser beşdariya Londonê li gotûbêjên navokî û destnîşan kir: Me bi hewldana 7 welatan karî bigihîjin hevhatineka girîng û ev hevhatin, vê peyama erênî ji bo hemî xelkê cîhanê hebû ku nakokî bi riya dîplomatîk ve tên çareserkirin.

Nîkolas Haptîn balyozê nû yê Ingilistanê jî li hevdîtina bi Ruhanî re, piştî raberkirina îznnameya xwe (ustuwarname) got, roja îro Îran û Ingilistan di peywendiyên xwe yên dualî de şahidê pêşketineka rastîn in û kompanî û bankên ingilîsî, pirr hez dikin ku bi kompaniyên îranî re hevkariyê bikin û li dahatiyeka nêzd de wê gotûbêjên pêwîst di navbera bankên navendî yên her du welatan, cih werin.

Balyozê nû yê Ingilistanê li Têhranê, li çarçova meselên navçeyî hevkariya bi Îranê re girîng nirxand û got: Ingilistan hêvîdar e li ser meselên navçeyî, bi Komara Îslamiya Îranê re zêdetir hevkariyê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu